Çalakvan û rojnamevanekî Kurd li bajarê Urmiyê hate girtin

08 April 2024 14:09

Hengaw; Duşemî 8ê Nîsana 2024an

Resûl Gelêban yê çalakvan û rojnamevanê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 7ê Nîsana 2024an, Resûl Gelêban yê çalakvan û rojnamevanê Kurd li bajarê Urmiyê ji aliyê polîsên "Feta"yê ve hate girtin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, binçavkirina Resûl Gelêban piştî sikalaya Daxwazkariya Giştî û Şoreş a bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve qewimiye.

Resûl Gelêban, çalakvanê medyayî û xwediyê puan û herwisa birêveberê pêgeha nûçeyan a "Urmiye 24" e û wekî pêşkêşkarê nûçeyan jî çalakiyan dike.

Navbirî di dawî posta xwe ya Instagramê de, peyamek bi hilkefta Newrozê weşandibû û birêvebirina vê rêûresma dîrokî bi hilgirê peyama aştiyê ji bo tevahiya xelkê dabû zanîn.


Di vî warî de zêde bixwînin