Raporek derheq cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

09 April 2024 00:40


Hengaw; Sêşemî 9ê Nîsana 2024an

Nêzî sê meh berî niha sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Elî Mihemed Ehmedî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye cîbicîkirin ku nûçeya darvekirina navbirî heya niha nehatibû medyayîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 11ê Çileya 2024an, girtiyekî xelkê Kirmaşanê yê bi navê Elî Mihemed Ehmedî yê temen 33 salî li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate îdamkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Elî Mihemed Ehmedî sala 2021an bi tohmeta kuştina bi zanebûn a xizmekî xwe yê nêzîk hatibû girtin û di heman salê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Hêjayî baskirinê ye ku, di heman rojê de sizayê darvekirina girtiyekî xelkê bajarê Pawê jî yê bi navê Meysem Hebîbî ku bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibû sizadan hatiye cîbicîkirin. Nûçeya darvekirina navbirî berê ji aliyê Hengawê ve hatibû belavkirin.

Bi derbasbûna sê mehan û heya belavbûna vê nûçeyê, nûçeya bidarvekirina vî girtiyê di medyayên hikûmetê de û bi taybetî medyayên nêzîkî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin