Pîranşar; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Ramiyar Mihemedzade

09 April 2024 10:52


Hengaw; Sêşemî 9ê Nîsana 2024an

Ramiyar Mihemedzade yê xelkê Pîranşarê û temen 19 salî, beriya du heftiyan ji aliyê saziyên ewelehî ve hatibû girtin û çarenivîsa wî hê jî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 26ê Adara 2024an, hêzên Îtilaatê êrîşî ser mala bavê Ramiyar Mihemedzade yê xelkê Pîranşarê yê temen 19 salî kirin û navbirî bi awayekî hovane binçav kirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev ciwanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane hatiye girtin û ji bo cîhekî nediyar hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne. Lipeyketinên malbata navbirî jî heya niha bê encam bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin