Di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de girtiyek hate darvekirin

09 April 2024 12:54

Hengaw; Sêşemî 9ê Nîsana 2024an

Sizayê darvekirina Hesen Elî Mîrzaniya li girtîgeha navendî ya Xuremavayê bi rê ve çû. Navbirî berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi îdamê hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Înê 5ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina Hesen Elî Mîrzaniya yê temen 30 salî û xelkê bajarê Elşter yê girêdayî parêzgeha Loristanê bi bê hevdîtina dawî ya malbata xwe, di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de hate cîbicîkirin.

Hesen Elî Mîrzaniya sê sal beriya niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn ya du birayan hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata navbirî, kuştina wan du birayane ji aliyê Hesen Elî ve bi zanabûn nebûye û navbirî bi şaşî ew dane ber gulleyan.

Nûçeya darvekirina girtiyê hanê heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin