Mistefa Hemdî yê rojnamevanê xelkê Seqizê car din ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

10 April 2024 12:34

Hengaw; Çarşemî 10ê Nîsana 2024an

Mistefa Hemdî, rojnamevan û çalakvanê medyayî yê xelkê bajarê Seqizê care din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin. Navbirî ji ber çalakiyên xwe yên berê jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihay bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 7ê Nîsana 2024an, Mistefa Hemdî, birêveberê kenala “Pirsman” a Seqizê, li hola Mîlad a vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mistefa Hemdî bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Mistefa Hemdî di 4ê Tebaxa 2021an de, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi giştî bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan. Ji vê heyamê, şazdeh meh dê bêne cîbicîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî digel çar çalakvanên din ên medyayî di Cotmeha sala 2020an de, piştî sikalaya bajarvanê berê yê bajarê Seqizê, bi tometa belavkirina derewan hatibûne gazîkirin û lêpirsîn ji wan hatibû kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin