Dêwulan; Kemal lutfî yê endamê malbatê dadxwaz hate girtin

10 April 2024 14:05

Hengaw; Çarşemî 10ê Nîsana 2024an

Kemal Lutfî yê xelkê Dêwulanê û endamê malbatê dadxwaz û bavê Riza Lutfî ji canjidestdayiyên tevgera Jin Jiyan Azadî carek din ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 9ê Nîsana 2024an, Kemal Lutfî yê temen 46 salî û endamê malbatên dadxwaz, piştî wê ku ji bo Dadgeha Şoreş a Qurwê hate gazîkirin, li wir ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne. Lipeyketinên malbata navbirî jî heya niha bê encam bûye.

Hêjaî gotinê ye ku Kemal Lutfî roja Yekşemî 16ê Nîsana 2023an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û ji bo girtîgeha Kamêranê hatibû veguhastin.

Ev bavê dadxwaz di dawiyê de piştî 78 rojan girtîgehê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Kamêranê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin