Seqiz; Emîn Melekî yê girtiyê siyasî yê Kurd ji bo girtîgeha Kaşmerê hate dûrxistin

10 April 2024 19:13

Hengaw; Çarşemî 10ê Nîsana 2024an

Emîn Melekî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Seqizê bi bê agehdarkirina berê ya malbata wî, ji girtîgeha navendî ya Seqizê ji bo girtîgeha Kaşmerê ya parêzgeha Xurasana Rezewî hate dûrxistin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 9ê Nîsana 2024an, Emîn Melekî, girtiyê siyasî yê temen 61 salî û xelkê bajarê Îranşa yê ser bi Seqizê bi bê agehdarkirina berê ya malbata wî, ji girtîgeha navendî ya Seqizê ji bo girtîgeha Kaşmerê ya parêzgeha Xurasana Rezewî hate dûrxistin.

Navbirî roja 1ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî hovane di mala xwe de hatibû girtin û ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Emîn Melekî sala 2012an jî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve bi tohmeta “endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de” bi 4 sal girtîgehê hatibû sizadan ku piştî derbaskirina salekê di halekê de ku hatibû mirexesiyê, ji Îranê derket û piştî midehekê bi vergirtina emannama cardin vegeriya Îranê.

Navbirî sala 2018an jî, ji aliyê hêzên ewlehî hatibû girtin û piştî 5 meh girtîgehê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan û di dawiya sala 2023an de pitştî derbaskirina sizayê xwe ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin