Mehabad; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Saman Uweysî

12 April 2024 23:05

Hengaw; Înê 12ê Nîsana 2024an

Saman Uweysî, welatiyê ciwan ê Kurd û xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên derbasbûyî de Saman Uweysî, piştî gazîkirin ji aliyê Îtilaata Sapaha Pasdaran ve li bajarê Mehabadê hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Saman Uweysî, bi rêya telefonê ve ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû gazîkirin û piştre hatibû girtin û rewşa tendirustiya wî û cihê ragirtina wî nediyar e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin