Bokan; Girtina dubare ya Muhsên Resûlzade ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî

02 April 2024 23:25

Hengaw; Çarşemî 3ê Nîsana 2024an

Muhsên Resûlzade yek ji çalakvanên medenî yê Kurd û xelkê bajarê Bokanê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî hatibû girtin, carek din ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 31ê Adara 2024an, Muhsen Resûlzade yê temen 39 salî û xelkê Bokanê ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaata vî bajarî ve hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala vî welatiyê han û mala wî vekolîn kirine û piştî binçavkirinê navbirî bo cihekî nediyar veguhastine û lipeykevtinên malbata wî bo agehdarbûn ji çarenivîs û cihê ragirtina wî bê encam mane.

Hengaw agehdar bûye ku ev welatiye ji ber lidarxistina rêûresmên Newrozê li Kurdistanê hatiye girtin.

Hêjayî baskirinê ye ku Muhsên Resûlzade, roja Înê 2ê Kanûna 2022an û di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin