Giyelan; Girtina dubare ya Selman Ulfetî ji mamosteyên xanenişîn

14 April 2024 00:09


Hengaw; Şemî 13ê Nîsana 2024an

Selman Ulfetî, mamostayê xanenişîn û çalakvanê sivîl yê xelkê Giyelanê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin. Navbirî sala borî jî, ji bo midehekê hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 8ê sibêdeha roja Înê 12ê Nîsana 2024an, Selman Elfatî, 55 salî û mamosteyê berê yê zanistên civaknasiyê li dibistana Navîn li Giyelanê, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran trombêla Selman Ulfetî li yek ji şeqamên Giyelanê ragirtine û navbirî binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhastine.

Van hêzan piştî girtina Selman Ulfetî, bi bê ti belgeyeke yasayî mala navbirî vekolîn kirine û trombêla wî radestî malbata navbirî kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê girtina Selman Elfeti li ber dest nîne.

Hêjayî baskirinê ye ku, Selman Ulfetî, roja Duşemî 15 Gulana 2023an jî, piştî vekolîna mala wî û birina hin kelûpelên şexsî yên wî hatibû girtin.

Ev mamosteyê xanenişîn, piştî midehekê ji girtîgeha saziyên ewlehiyê bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate veguhastin û di dawiyê de hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin