Sine; 20 meh bi ser bê serûşûnkirina sê çalakvanên olî re derbas dibe

14 April 2024 10:15


Hengaw; YekŞemî 14ê Nîsana 2024an

Sê çalakvanên olî yên Kurd ên Sune mezheb û yên xelkê bajarê Sinê yên bi navên Şehram Ebadiyan, Efşîn Ehmedî û Cemşîd Ehmedî salek û 8 meh berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û li gor belge û lipeyketinan, hatine bê serûşûnkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şehram Ebadiyan û du jinbîrayên wî yên bi navên Efşîn û Cemşîd Ehmedî, ku her sê zewicî ne û xwedî zarok in û rûniştiyên bajarê Sinê ne, ji 19 mehan beriya niha ve ji aliyê hêzên cilşexsî yên hikûmetê ve hatine girtin û ti zanyariyek derheq cihê ragirtin û rewşa tendirustiya wan li ber dest nîne.

Li gor çavkaniyeke nêzî malbatên wan çalakvanên olî, di heyama salek û heşt mehan de ku bi ser girtina wan re derbas bûye, wan heta pêwendiyeke telefonî jî bi malbatên xwe re nebûne.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku lipeykevtinên berdewam ên malbatên Şehram Ebadiyan, Efşîn û Cemşîd Ehmedî bi saziyên dadwerî û ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve ti encamek nebûye û hemû hewlên wan bê bersiv mane.

Herwiha kesên ku rewşa wan girtiyan dişopînin, ji aliyê îdareya Îtilaata Sinê ve hatine gefxwarin ku nabe bê serûşûnbûna wan girtiyan û rola rasterast a vê saziya hikûmetî medyayî bikin.

Hêjayî baskirinê ye ku, Şehram Ebadiyan di salên derbasbûyî de û berî bê serûşûnbûnê, herî kêm 3 caran ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.

Hengaw agehdar bûye ku, trombêla Şehram Ebadiyan ku di dema çûna bo îdareya Îtilaatê de hatibû ragirtin, piştî derbasûna çendîn mehan li yek ji şeqamên bajarê Şabadê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, bê ti guhertin û ziyanekê hatiye dîtin.

Efşîn û Cemşîd Ehmedî, berê karê êmîşfiroşî dikirin û zavayê wan Şehram Ebadiyan jî bi destfiroşî debara jiyana xwe dikir.

Herwiha kesên girêdayî bi îdareya Îtilaata Sinê, dukana cilûbergên hevjîna Şehram Ebadiyan daxistine û ev malbat di rewşeke gelekî dijwar de dijî.

Efşîn Ehmedî û Cemşîd Ehmedî, roja Pêncşemî 18ê Tebaxa 2022an, li ber çavên xelkê û li mizgefta Îrşad a bajarê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi lêdan û kutanê hatibûne girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Piştî rojekê, Şehram Ebadiyan yê zavayê van her du welatiyan jî piştî çûna bo îdareya Îtilaatê ji bo şopandina rewşa bîrayên xwe, hate girtin û dest danîbûne ser trombêla navbirî jî.


Di vî warî de zêde bixwînin