Îlam; Muhsên Ehmedî yek ji amadekarên rêûresma Newroza Karezanê hate girtin

14 April 2024 11:12


Hengaw; YekŞemî 14ê Nîsana 2024an

Muhsên Ehmedî, ji mamosteyên fermangeha îdareya Perwerde û Barhênanê û yek ji amadekarên rêûresma Newroza Karezanê li parêzgeha Îlamê, çend roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Nîsana 2024an, Muhsên Ehmedî ji mamosteyên fermangeha îdareya Perwerde û Barhênanê û yek ji amadekarên rêûresma Newroza Karezanê li parêzgeha Îlamê ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatiye girtin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Ehmedî, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane navbirî girtine. 

Piştî derbasbûna 5 roj ji girtina Muhsên Ehmedî ti zanyariyeke serast derheq cîh û carenivîsa navbirî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî di vê derbarê de bê encam bûye.
Rêûresma taybet a Newroza li Karezanê roja Çarşemî 27ê Adara 2024an, bi beşdariya zêdetir ji 50 hezar kesî bi rê ve çû.


Di vî warî de zêde bixwînin