Serdeşt; Kolberekî temen 20 salî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê hate kuştin

15 April 2024 01:10

Hengaw; Yekşemî 14ê Nîsana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê Mêhrdad Ebdulahzade bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 21ê şeva Yekşemî 13ê Nîsana 2024an, hêzên sînorî li bilindahiyên sînorê gundê "Bêtoş" ê girêdayî bajarê Serdeştê, komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de koberekî 20 salî yê bi navê Mêhrdad Ebdulahzade hatiye kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mêhrdad Ebdulahzade yê xelkê gundê "Maraxan" ji ber lêketina gulle ji çiya kete xwarê û demûdest canê xwe ji dest da.


Di vî warî de zêde bixwînin