Di rojekê de duyemîn kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

15 April 2024 11:44

Hengaw; Dûşemî 15ê Nîsana 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Umîd Seyîdî li sînorên bajarê Seqizê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Ev duyemîn kolber e ku di rojên borî de bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatiye kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Şemî 13ê Nîsana 2024an, Umîd Seyîdî yê temen 44 salî û xelkê Sinê, di dema kolberiyê de li ser sînorê "Bestam" ê ser bi bajarê Seqizê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin. 

Hêjayî behskirinê ye ku, termê vî kolberî Kurd roja 14ê Nîsanê piştî çendîn demjimêran lêgerînê ji aliyê xelkê ve, li sînorê Bestamê hate dîtin.

Hengaw agehdar bûye ku hesbê vî kolberê jî bi teqeya rasterast a van hêzan hatiye kuştin.

Roja borî kolberekî temen 20 salî yê xelkê Serdeştê yê bi navê Mêhrad Ebdulahzade di dema kolberiyê de li ser sînorê vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin ku Hengawê beriya niha nûçeya vî belav kiribû.


Di vî warî de zêde bixwînin