Girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate darvekirin

15 April 2024 17:24

Hengaw; Duşemî 15ê Nîsana 2024an

Girtiyekî Kurd yê bi navê “Erselan Haşimî”, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 14ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Erselan Haşimî” yê 31 salî li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwend) bi rê ve çû.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Erselan Haşimî yê xelkê Kirmaşanê, çar sal berî niha hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin