Kirmaşan; Behmend Nadirî bi girtîgeh û valakirina perê nexdî hate sizadan

15 April 2024 19:18

Hengaw; Duşemî 15ê Nîsana 2024an

Behmen Nadirî, welatiyê xelkê Kirmaşanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê û dana perê nexdî hate sizadan. Navbirî di salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de jî hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Behmen Nadirî, welatiyê Kurd yê xelkê Kirmaşanê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta “propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê”, bi 6 meh girtîgeh û valekirina 8 milyon Tumen pereyê nexdî hate sizadan.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên Behmen Nadirî li 26ê Çileya 2024an, bi bê amadebûna parêzer di Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê de bi rê ve çûbû.

Behmen Nadirî li 12ê Îlona 2023an, bi helkefta salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştî hefteyekê, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî, heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Ew Yekşemî 28ê Çileya 2024an jî, ji aliyê Dadgeha Giştî û Şoreş a Kirmaşanê ve hatibû gazîkirin û piştî çend demjimêr binçavkirî û lêpêçîn bi danîna barimteyê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin