Girtîgeha Meşhedê; Sizayê darvekirina pênc girtiyan ku yek ji wan xelkê Efxanistanê ye hate cîbicîkirin

16 April 2024 17:35

Hengaw; Sêşemî 16ê Nîsana 2024an

Sizayê darvekirina pênc girtiyan li girtîgeha navendî ya Meşhedê (Wekîlava) hate cîbicîkirin. Ev girtiyane birya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan. Di nav wan de, çar girtiyên xelkê Meşhedê ne û yek ji wan jî xelkê Efxanistanê ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 15ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina sê girtiyên xelkê Meşhedê yên bi navên Bêhrûz Namdar, Mistefa Ebdî û Cewad Beygî, di girtîgeha navendî ya Meşhedê de bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya malpera "Halweşê" ev sê girtiyên ku nasnameya van hatiye eşkerekirin tevî du girtiyên dinê ku yek ji wan xelkê Efxanistanê û yê dinê jî rûniştiyê bajarê Meşhedê bûye, beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi îdamê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin