Girtîgha Urmiye; Şakir Bêhrûz yê girtiyê siyasî yê Kurd dest avêt bi gireva birçîbûnê

16 April 2024 23:32


Hengaw; Sêşemî 16ê Nîsana 2024an

Şakir Bêhrûz yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê, wek nerazîbûn li berdewamiya ragirtina neyasayî di gertîgehê de dest avêt bi gireva birçîbûnê. Navbirî heyama 5 sal û mehek û 7 roj e, bi bê mirexesî di girtîgehê de ye û du caran jî sizayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin, lê her du caran jî siza hatiye hilweşandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 13ê Nîsana 2024an, Şakir Bêhrûz yê girtiyê siyasî û xelkê Diza Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, wekî nerazîbûn derheq rewşa dosyeya xwe di gertîgehê de dest avêt bi gireva birçîbûnê û îro roja 3ê ye.

Heyama sizayê girtîgeha navbirî zêdetirî mehekê ye ku qediyaye, lê ji aliyê Taya Birêvebirina Sizayan ya Urmiyê ve bi hênceta wê ku dosyayên gengeşenekirî hane, çarenivîsa wî nediyar hêştine û di girtîgehê de ragirtî ye.

Şakir Bêhrûz di Îlona 2020an de, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Şêxlû bi tohmetên “bexî û endamê Hizba Komelê” sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin. Sepandina wî sizayê di demekê de ye ku navbirî berê endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û heman dadgehê bi tohmeta endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê 5 sal girtîgeh bi ser de sepandibû. Di encamê de sizayê îdama Şakir Bêhrûzî ji aliyê Taya Yekem a Dîwana Bilind ve hate redkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin