Sêzdehemîn roja gireva birçîbûnê ya Keywan Reşozade di girîgeha navendî ya Urmiyê de

29 April 2024 16:20

Hengaw; Duşemî 29ê Nîsana 2024an

Keywan Reşozade yê girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Urmiyê ku heyama sizayê xwe yê 7 sal û 6 meh di girtîgeha navendî ya Urmiyê de derbas dike, di 13emîn roja gireva birçîbûna xwe de ye. Navbirî di vê dawiyê de, rastî îşkenceyê hatiye û di rewşeke giran a fizîkî de li odeya takekesî tê ragirtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 29ê Nîsana 2024an, Keywan Reşozade di demekê de ku sêzdehemîn roja gireva birçîbûna xwe derbas dike ku di vê dawiyê de ji aliyê hêzên girtîgeha navendî ya Urmiyê ve rastî lêdan û îşkenceyê hatiye.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd, roja Şemî 27ê Nîsana îsal, di heyama gireva birçîbûna xwe de ji odeya takekesî bo beşa ewle ya girtîgehê hatibû veguhastin û roja Yekşemî piştî ragihandina gireva hişik, careke din bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, Keywan Reşozade, roja Duşemî 13ê Hezîrana 2022an jî, ji ber ku berpirsên girtîgehê rê nedabûn wî ku mirexesiyê verbigre, bi nîşaneya nerazîbûnê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê. Navbirî 1665 roj (4 sal û 7 meh) e ku ji mafê azadiya demkî (mirexesî) hatiye bêparkirin.

Keywan Reşozade di roja 8ê Cotmeha 2019an de digel 4 welatiyên din ên bi navên Umîd Seyîdî, Kamran Qasimî, Ebdulezîz Mihemedpûr, Nayîb Hacîpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve li Urmiyê hatibûne girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibûne veguhastin.

Kombûna pêregihîştin bi tohmetên van 5 welatiyane di meha Kanûna 2020an de li Taya  Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya Dadwer "Şîxlo" bi rê ve çû û ev 5 welatiyane bi tohmeta hewldan li dijî ewlhiya netewî ji rêya endamtî li Partiya Komele ya Kurdistana Îranê her yek ji wan bi 10 sal û rojek girtîgehê hatine sizadan.

Sizayê navbirî piştre bi cîbicîkirina madeya 442 a yasaya Dadgehîkirina Tawanan, bi 7 sal û 6 meh girtîgehê hate kêmkirin û ev 5 girtiyane niha li girtîgeha navendî ya Urmiyê, bi bê mafê mirexesiyê heyama sizayê xwe derbas dikin.

Hêjayî baskirinê ye ku Keywan Reşozade xîzandar e û di dema girtinê de tenê sê meh bi ser jiyana wî ya hevbeşî re derbas bibû.


Di vî warî de zêde bixwînin