Birîndarbûna 5 kolberan li sînorê Sewlava

03 April 2024 23:16

Hengaw; Çarşemî 3ê Nîsana 2024an

Pênc kolberên Kurd ên bi navên Îbrahmîn Yeiqûbî, Siyaweş Kakeyî, Fireydûn û Fuad ji ber ketin ji bilindahiyan ve û bi gulleyên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) birîndar bûn.

Li gor rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Nîsana 2024an, kolberekî temen 30 salî yê xelkê gundê Kolîcê tê bi navê Kerîm (paşnavê wî nediyar e) ji ber ketin ji bilindahiyê sînorê Tete re birîndar bûye.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî rê nedane hêzên hawarhatinê ku xwe bigehînine kolberê hanê ku ji aliyê stû û pişta xwe ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin û di dawiyê de xelkê bi xwe navbirî ji bo navendên dermanî veguhastine.

Herwiha roja Duşemî 1ê Nîsana 2024an, li ser sînorê Tete yê bajarê Sewlavayê 4 kolber bi navên Îbrahmîn Yeiqûbî, Siyaweş Kakeyî, Fireydûn û Fuad (paşnavê wan nediyar e) ji ber gullereşanda Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin