Li ser sînorê Sewlavayê kolberekî Kurd hate kuştin

18 April 2024 09:46

Hengaw; Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Seywan Destefken di bilindahiya Tete ya Sewlavayê de bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 17ê Nîsana 2024an, hêzên sînorî di bilindahiya çiyayê Tete yê ser bi bajarê Sewlavayê de destyeke kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberekî Kurd yê bi navê bi Seywan Destefken hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên sînorî bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayeke nêzîk ve kolberên hanê dane ber gulleyan.

Seywan Destefken xîzandar û bavê zarokekê û xelkê gundê “Dere Peyman” yê ser bi bajarê Merîwanê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin