Tikab; Du welatiyên Kurd bi gulleyên rasterast yên hêzên Întizamî ketine komayê

18 April 2024 11:20

Hengaw; Çarşemî 17ê Nîsana 2024an

Du welatiyên Kurd yên xelkê Tikabê yên bi navên Perwîz Emîn Mihemedî û Behmen Muhsênî bi gulleyên rasterast yên hêzên Întizamî ji aliyê serê xwe ve bi giranî birîndar bûn û getine komayê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Çarşemî 17ê Nîsana 2024an, Hêzên Întizamî li nêzî feleka Qelem ya bajarê Tikabê trombêla welatiyekê dane ber gulleyan ku di encamê de her du welatiyên Kurd yên di nav trombêlê de bi giranî birîndar bûn û ketine komayê. 

Li gorî gotina çavkaniyekên Hengawê, Perwîz Emîn Mihemedî yê temen 29 salî ji aliyê serê xwe ve bi gulle birîndar bûye û gulled serê wî de maye û niha navbirî li nexweşxaneya Tikabê di komayê de ye.

Herwiha Behmen Muhsênî yê temen 35 Salî jî, ku serê wî rastî gulle hatibû û ji devê wî re derketibû, niha li nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê di komayê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin