Miyanduav; Girtina du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de

18 April 2024 12:55

Hengaw; Çarşemî 17ê Nîsana 2024an

Du welatiyên Kurd yên xelkê Miyanduavê yên bi navên Umîd Qadirnijad û Muhsên Qadirreş piştî wê ku ji bo Îtilaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hatibûne gazîkirin, ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Nîsana 2024an, du welatiyên Kurd yên xelkê gundê Hacî Hesen Şamat yê ser bi Miyanduavê yên bi navên Umîd Qadirnijad yê temen 28 salî û Muhsên Qadirreş yê temen 30 salî, piştî wê ku ji bo Îtilaata Spaha Pasdaran a vî bajarî hatibûne gazîkirin, li wir hatibûne girtin.

Li gor gotina çavkaniyeke nêzîkî malbatên van du girtiyan, her du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hatine girtin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhastin.

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha borî de aliyê kêm 13 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên ewlehî ve bi tohmeta beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hatine girtin û sedan kes jî hatine gazîkirin û hatine lêpêçînkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin