Sê welatiyên Kurd ên xelkê Sewlavayê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

18 April 2024 22:38


Hengaw; Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an

Du bira yên bi navên Umer Husênî û Elî Husênî digel welatiyekî din ê bi navê Umîd Şehdad ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li gundê "Dîweznav" ê ser bi bajarê Sewlavayê hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an, Umer Husênî yê temen 29 salî, Elî Husênî yê temen 25 salî û Umîd Şehdad yê 36 salî yên xelkê gundê “Dîweznav” ê girêdayî Sewlavayê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ev welatiyane di malên wan de û bi awayekî hovane binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van sê welatiyan hatinî sepandin ti zanyariyeke serast li ber dest nîne û şêwaz û cihê ragirtina wan nediyar e.


Di vî warî de zêde bixwînin