Ayda Şakeremî ji endamên malbatên dadxwaz ji ber ku yasaya "hîcaba bi zorê" bi cih neaniye hate girtin

19 April 2024 00:13


Hengaw; Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an

Ayda Şakeremî, xwîşka Nîka Şakeremî ya canjidestdaya tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê hêzên polîsên “Ewlehiya Exlaqî” ve li Tehranê hate girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Nîsana 2024an, Ayda Şakeremî ya xwîşka Nîka Şakeremî li Tehranê ji aliyê polîsên Ewlehiya Exlaqî ve bi hinceta bi cihneanîna yasaya "hîcaba bi zorê" hatiye binçavkirin.

Nesrîn Şakeremî ya dayîka Ayda Şakeremî, li ser tora civakî ya Instagrama xwe ev nûçeye piştrast kiriye û diyarî kiriye ku ji duh ve keça wê hatiye binçavkirin û heya niha nehatiye berdan.

Nîka Şakeremî ya temen 16 salî, xelka Loristanê û rûniştiya bajarê Tehranê di tevgera Jin Jiyan Azadî de, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû binçavkirin di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û termê wê piştî 9 rojan radestî malbata wê hatibû kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin