Sehne; Emîrhusên Heqcûyan ê xizmê Riza Resayî hate girtin
Hengaw; Duşemî 23ê Îlona 2024an
Emîrhusên Heqcûyan, pismam û yek ji dadxwzên xizmê Riza Resayî yê welatiyê Kurd yê peyrewê ola Yarsan, ku di meha Tebaxa îsal de sizayê darvekirina wî hate cîbicîkirin, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Sehnê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê hate girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 23ê Îlona 2024an, Emîrhusên Heqcûyan, endamê malbatên dadxwaz ên bajarê Sehneyê, li encama êrîşa zêdetirî 20 kes ji hêzên Spaha Pasdaran hate binçavkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Emîrhusên Heqcûyan li Nehalistanê, cihê karê xwe li kemerbendiya bajarê Sehnê hatiye girtin.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata vî welaytiyê Kurd, Emîrhusên Heqcûayn piştî ku bi awayekî hovane hatiye binçavkirin bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û ti zanyariyek ji şêwaza ragirtina navbirî li ber dest nîne.
Riza Resayî yê girtiyê siyasî yê Kurd û ji peyrewê ola Yarsan û ji girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, roja Sêşemî 6ê Tebaxa 2024an, bi nihênî li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate darvekirin.