Bokan; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Mûsa Celaliyan

20 April 2024 09:59

Hengaw; Şemî   20ê Nîsana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Mûsa Celaliyan, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Çarşemî 10ê Nîsana 2024an, Mûsa Celaliyan ê xelkê gundê “Oç Tepe” yê ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, roja Pêncşemî 19ê Nîsanê, îdareya Îtilaatê di pêwendiyeke telefonî de ji malbata vî welatiyê re ragihandine ku kurê wan di girtîgeha vê saziyê de ye.

Herwisa vê çavkaniyê îşare bi wê yekê jî kiriye, ku Mûsa Celaliyan di girtîgeha îdareya Îtilaatê de bi tundî ji aliyê hêzên vê saziyê ve rastî lêdan û kutanê hatiye û di vê heyamê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin