Bokan: Xwekujî û canjidestdana Ariyan Yawerî ji binçavkiriyê tevgera Jin Jiyan Azadî

20 April 2024 17:31


Hengaw; Şemî 20ê Nîsana 2024an

Ariyan Yawerî yê 19 salî û xelkê bajarê Bokanê û girtiyê Tevgera Jin, Jiyan, Azadî dawî bi jiyana xwe anî. Navbirî di vê dawiyê de ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve rastî zextan hatibû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 18ê Nîsana 2024an, Ariyan Yawerî yê ciwanê 19 salî û xelkê bajarê Bokanê, hewla xwekujiyê da û canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev ciwanê Kurd di heyamên borî de ji aliyê dezgehên ewlehî û nemaze ji aliyê caşekê ve, bi navê “Ehmed Elîpûr”, endamê hêzên Besîc li Bokanê rastî gefan hatibû.

Navbirî di Kanûna 2022an de û di serdemê tevgera Jin Jiyan Azadî de bi tohmeta şewitandina mala Ehmed Elîpûr, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî 70 roj binçavkirinê bi danîna barimteyê ji girtîgeha vî bajarî hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin