Mehabad; Sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

20 April 2024 18:24

Hengaw; Şemî 20ê Nîsana 2024an

Muhsên Ehmedê Eqdem, Resûl Yûsifî Azer û Hesen Yûsifî Azer, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 17ê Nîsana 2024an, Muhsên Ehmedî Eqdem yê 34 salî, Resûl Yûsifî Azer yê 21 salî û Hesên Yûsifî Azer yê 39 salî, her sê welatiyên xelkê gundê Befrevan ê ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, binçavkirina van sê welatiyane di malên wan de hatiye encamdan û paşê bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van sê welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin