Pênc kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê hatine birîndarkirin

20 April 2024 20:24


Hengaw; Şemî 20ê Nîsana 2024an

Aliyê kêm pêncê kolberên Kurd yên bi navên Mihemed Rehîmî, Muîn Şerîfî, Mihemed, Seîd û Keywan Darabî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 19ê Nîsana 2024an, li encama teqekirina rasterast a hêzên leşkerî li dijî hejmarek ji kolberan, sê kolberên Kurd ên bi navên Muîn Şerîfî yê temen 24 salî û Mihemed (nasnavê wî nediyar e) yên xelkê bajarê Ciwanroyê û Seîd (nasnavê wî nediyar e) yê xelkê gundê Sefiyava yê ser bi vî bajarî, li ser sînorê Newsûdê yê ser bi bajarê Pawê ji aliyê dest û lingên xwe ve hatine birîndarkirin.

Ji aliyek dinê ve jî, roja Pêncşemî 18ê Nîsanê, Keywan Darabî yê temen 20 salî û xelkê Serpêla Zehawê li ser sînorî Hengejale yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin û bi mebesta çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Seqizê hate veguhastin.

Herwisa roja Çarşemî 17ê Nîsanê, Mihemed Rehîmî, kolberê ciwan ê xelkê Seqizê di dema lipeyketina hejmarek kolberan ji aliyê hêzên leşkerî ve li ser sînorê Hengejale yê ser bi Banê, ji ber ketin ji bilindahiyan ve lingê wî birîndar bû.


Di vî warî de zêde bixwînin