Qurwe; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Pûriya Sefayî

21 April 2024 17:11


Hengaw; Yekşemî 21ê Nîsana 2024an


Pûriya Sefayî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Qurwê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Nîsana 2024an, Pûriya Sefayî yê welatiyê Kurd yê temen 20 salî û xelkê bajarê Qurwê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lipeyketina malbata navbirî di vê derbarê de bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dana her cure bersivekê dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin