Sê kolber li ser sînorê Banê hatine kuştin û birîndarkirin

21 April 2024 21:41


Hengaw; Yekşemî 21ê Nîsana 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Şiwane Ehmedpûr di dema kolberiyê de li sînorê Banê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) jiyana xwe ji dest da û 2 kolberên dinê jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Yekşemî 21ê Nîsana 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê "Bilekê" yê ser bi bajarê Banê, hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberek hate kuştin û 2 kolberên dinê jî hatine birîndarkirin.

Hengaw agehdar bûye ku di encama gullereşadinê de, kolberekî Kurd ê bi navê Şiwane Ehmedpûr ê 34 salî di cih de jiyana xwe ji dest daye û 2 kolber jî birîndar bûne ku nasnameya wan di halê lêkolînê de ye.

Şiwane Ehmedpûr xîzandar û bavê zarokekê ye û termê wî bo navendên pizîşkî yên bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin