Sizayê darvekirina 9 girtiyan li girtîgehên Kirman, Çabehar û Kerecê hate cîbicîkirin

22 April 2024 21:09

ـ

Hengaw; Duşemî 22ê Nîsana 2024an

Sizayê darvekirina 9 girtiyan ku 6 ji wan Belûç, yek ji wan Kurd û yek din Efxaniî ye û berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan di girtîgehên Kirman, Kerec û Çabeharê de hate cîbicîkirin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 21ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina 5 girtiyên ku 4 ji wan bi navên Ehmedriza Mîrî yê temen 34 salî û xelkê Zabolê, Şemsedîn Kişanî yê temen 53 salî û Şewket Şehbexş yê xelkê Zahidanê, girtiyekî Kurd bi navê Cemal Merdanî yê temen 54 salî û xelkê gundê Gûgculû yê ser bi Miyanduavê di girtîgeha navendî ya Kirmanê de bi rê ve çû û nasnameya girtiyekî din yê Belûç ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

Li gorî nûçeya malpera "Halweşê" 6 girtiyên hanê roja Înê ji bo darvekirinê bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin û hevdîtina dawiyê digel malbatên xwe kiribûn.

Ji aliyeke dinê ve siazayê darvekirina du girtiyên Belûç bi navên Seîd Cedgal yê temen 30 salî û Mihemed Encemrûz yê temen 33 salî û xelkê bajarê Deştyarî yê ser bi parêzgha Belûcistanê di girtîgeha navendî ya Çabeharê de bi rê ve çûye.  

Hewdem sizayê darvekirina du girtiyên din ên bi navên Elireza Şehbaz ê temen 38 salî û xelkê Tehranê û Ebdulbarî Peştû yê xelkê Efxanistanê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de hate cîbicîkirin.

Her du girtiyên hanê xîzandar û bavê du zarokan bûne ku rojên borî ji bo îdamê bo odeyên takekesî hatine veguhastin. 

Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin