Urmiye: Efşîn Nijadezîz, lîstikvanê Futsalê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

23 April 2024 13:29

 

Hengaw; Sêşemî 23ê Nîsana 2024an


Welatiyekî Kurd ê bi navê Efşîn Nijadezîz, ku ji lîstikvanê Futsalê li bajarê Urmiyê ye, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 19ê Nîsana 2024an, Efşîn Nijadezîz lîstikvanê Futsalê û xelkê bajarê Urmiyê piştî nerazîbûna li hember dirûşmên nijadperestane yên pêşkêşkarekê di dema lîstika futsalê de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, ev welatiyê han piştî nerazîbûna li hember dirûşmên nijadperestane yên pêşkêşkar û bi hander xwendina van dirûşmane di heman lîstgeha futsalê de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Urmiyê ve hatiye girtin.

Heta dema belvbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin