Seqiz; Teqîna mînê qurbanî girt, li heyama mehekê 6 welatiyên Kurd bûne qurbaniya teqîna mînê

23 April 2024 22:11


Hengaw; Sêşemî 23ê Nîsana 2024an

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Keywan” yê xelkê Seqizê li gundê “Hermîdolê” yê ser bi vî bajarî, bi sedema teqîna mînê bi dijwarî hate birîndarkirin û bo navendên dermanî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Nîsanê, welatiyekî Kurd ê bi navê Keywan (paşnavê wî nediyar e) naskirî bi Keywan Hermîdolî yê temen 31 salî, di encama teqîna mînê de li gundê Hermîdolê yê ser bi bajarê Seqizê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Navbirî xîzandar û bavê zarokekê ye ku di dema komkirina pincarê Biharê de rastî vê bûyerê hatiye.

Li gor çavkaniya Hengawê, ev welatiyê Kurd li nexweşxaneya Şifa ya bajarê Seqizê hatiye razandin û rewşa tendirustiya wî baş hatiye ragihandin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha borî de bi sedema teqîna mînê aliyê kêm 2 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 4 welatî jî birîndar bûne.


Di vî warî de zêde bixwînin