Îlam; Ferec Ersen ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hate girtin

04 April 2024 20:59


Hengaw; Pêncşemî 4ê Nîsana 2024an

Ferec Ersen ê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Malekşay yê ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 9ê sibêdeha roja Çarşemî 3ê Nîsana 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Malekşay yê ser bi parêzgeha Îlamê êrîş kririne ser mala Ferec Ersen û navbirî binçav kirine.

Hengaw agehdar bûye ku, Ferec Ersen ji ber rêûresmên Newrozê di çend rojên borî de ku tevî gefên saziyên ewlehiyê li çend navçeyên cuda yên Îlamê di nav wan Malekşay, Karezan û Holîlan de hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq çarenivîs û cihê ragirtina Ferec Ersen li ber dest nîne û lipeykevtinên malbata navbirî jî di vê derbarê de bê encam mane.


Di vî warî de zêde bixwînin