Raporek derheq girtin û nediyarbûna çarenivîsa du girtiyên Kurd di girtîgeha Şinoyê de

24 April 2024 15:36


Hengaw; Çarşemî 24ê Nîsana 2024an

Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Arman Derwîşhindû û Emîn Weylî ku Zivistana borî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin, heya niha bê ku çarenivîsa wan diyar be di girtîgeha vî bajarî de hatine ragirtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna sê meh ji girtina du welatiyên Kurd yên xelkê Şinoyê yên bi navên Arman Derwîşhindû û Emîn Weylî, heya niha bê ku çarenivîsa wan diyar be di girtîgeha Şinoyê de hatine ragirtin û ji mafê destpêregihîştin bi parêzeran jî hatine bêparkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, ev du welatiyên Kurd berê di Herêma Kurdistanê de endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûne û piştî cudabûn ji PDKÎ, Zivistana par vegeriyabûne Îranê.

Herdu welatiyên Kurd destpêkê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibûne girtin û piştî mehekê ji girtîgeha Îtilaatê ji bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibûne veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin