Sewlava; Du kolber bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hatine birîndarkirin

24 April 2024 22:23

Hengaw; Çarşemî 24ê Nîsana 2024an

Du kolberên Kurd ên bi navên Xelîl Perwîzî û Elî Mihemedî bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê di dema kolberiyê de li bilindahiyên çiyayê "Tete" hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 23ê Nîsana 2024an, Elî Mihemedî yê temen 23 salî û xelkê Sewlavayê li ser sînorê Tete yê girêdayî bajarê Hewramanê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê lingê xwe ve hate birîndarkirin.

Herwiha, roja Duşemî 22ê Nîsanê, Xelîl Perwîzî yê temen 40 salî û xelkê gundê "Derziyan" ê ser bi Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li sînorê Tete yê Hewramanê hate birîndarkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiye bi bê agahdarkirina berê û ji pişt ve bûye armanca gullereşandina van hêzan û ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Buelî ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin û hê jî di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin