Li girtîgeha Seqizê girtiyek hate darvekirin

25 April 2024 12:43


Hengaw; Pêncşemî 25ê Nîsana 2024an

Sizayê darvekirina Ferzad Xademî   ku aliyê kêm çar sal beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Seqizê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 35ê Nîsana 2024an, sizayê îdama Ferzad Xademî yê girtiyê xelkê bajarê Seqizê li girtîgeha navendî ya vî bajarî bi rê ve çû.

Ev girtiyê Kurd roja Sêşemî ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin û Hengawê derheq metirsiya birêveçûna sizayê wî hişdarî dabû.

Ferzad Xademî li Hezîrana 2020an, bi tohmeta kuştina yek ji hevalên xwe yê bi navê Tîrdad Ateşefrûzî bi rêya bikaranîna çekê ve hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina Ferzad Xadem heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin