Pîranşar; Şeş kes ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin

25 April 2024 18:18

Hengaw; Pêncşemî 25ê Nîsana 2024an

Şeş kes ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Pîranşarê yên bi navên Îhsan Gulabî, Diyako Îbrahîmî (Mihemed), Hîwa Mehmûdî, Îsmaîl Tecela, Aram Xalidî Nesb û Elîriza Mihemedî Erşed ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatibûne sizadan, ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 24ê Nîsana 2024an, her yek ji Diyako Îbrahîmî yê 30 salî, Îhsan Gulabî yê 21 salî, Hîwa Mehmûdî yê 33 salî, Îsmaîl Tecela yê 23 salî, Aram Xalidî Nesb yê 24 salî û Elîriza Mihemedî Erşed yê 23 salî piştî gazîkirin ji bo binkeya Bireveberiya Sizyan a Nexedê ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatine veguhastin.

Li gorî biryara dadgehê ku di meha Kanûna 2022an de ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Pîranşarê ve hatibû danê, Diyako Îbrahîmî û Îhsan Gulabî bi tohmeta “endametî di Hizba Demokrat de” bi 5 sal girtîgehê û “kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya Îranê” bi 5 sal girtîgehê "propagende li dijî hikûmetê" bi 1 sal girtîgehê û "fîlmhilgirtin ji cihên hikûmetê" bi 3 sal girtîgehê û bi giştî bi 14 sal girtîgehê hatine sizadan ku li gor yasaya sizayan, wate 5 sal sizayê girtîgeha wan dê bê cîbicîkirin.

Hîwa Mehmûdî yek ji hevdosyeyên din ê vê dosyeyê jî, bi tohmeta "kombûn û lihevkirin li dijî ewlehiya Îranê" bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev şeş welatiyane xelkê gundê “Peswê” yê ser bi bajarê Pîranşarê, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûn girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin