Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

27 April 2024 14:33

Hengaw; Şemî 27ê Nîsana 2024an

Piştî nûçeya berê ya Hengawê li derheq cîbicîkirina sizayê darvekirina 4 girtiyan li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê, zanyariyên nû ketine destê Hengawê ku yek ji wan girtiyan yê bi navê Pêjman Ezîzî yê temen 22 salî û welatiyê Kurd ê xelkê Kengawerê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 24ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina Pêjman Ezîzî yê temen 22 salî yê welatiyê Kurd ê xelkê Kengawerê û rûniştiyê bajaroka Wîreşehra Şehriyarê yê girêdayî parêzgeha Tehranê, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatiye cîbicîkirin.

Li gor zanyariyên Hengawê, Pêjman Ezîzî yê 22 salî, sê sal beriya niha û di temenê 19 saliyê de kesek bi zanebûn kuştiye û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Roja borî Hengawê nûçeya cîbicîkirina sizayê darvekirina 4 girtiyan ku jinek jî di nav van de bûye yên bi navên Şehnaz, Elîriza Aqayî, Şehram Şerqî û Pêjman Ezîzî bi tohmeta kuştina bi zanebûn belav kiribû.

Medyayên ser bi hikûmetê nûçeya bidarvekirina sê kes ji wan girtiyan belav kiriye û nûçeya bidarvekirina Pêjman Ezîzî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin