Girtin û nediyarbûna çarenivîsa du çalakvanên olî li Seqizê

27 April 2024 17:16

Hengaw; Şemî 27ê Nîsana 2024an

Du welatiyên Kurd û ji çalakvanên olî yên bajarê Seqizê yên bi navên Dawûd Weysî û Emîr Fîrûzî di çend rojên borî de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi derbasbûna çar roj ji girtina du çalakvanên olî yên Kurd û xelkê bajarê Seqizê yên bi navên Dawûd Weysî yê 36 salî û Emîr Fîrûzî yê 32 salî, tevî lipeyketinên berdewam ên malabatên wan ti zanyariyeke serast derheq qeder û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke nêzîk malbata van herdu welatiyan, ew bi tohmeta çalakiyên olî hatine girtin û saziyên ewlehiyê jî heya niha ti bersiveke zelal derbarê cihê ragirtina wan nedane û lipeyketinên malbatên wan di vê derheqê de bê encam mane.

Li gor zanyariyên Hengawê, ev herdu welatiyane roja Sêşemî 23ê Nîsana 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî hovane di malên xwe de hatine girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin