Raporek ji dawî rewşa Diyar Bextiyarî û Metîn Siyahî du girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgeha navendî ya Bokanê
Hengaw; DuŞemî 29ê Nîsana 2024an
Metîn Siyahî û Diyar Bextiyarî, du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Bokanê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sizadan û niha sizayê bi ser wan de hatî sepandin li girtîgeha navendî ya Bokanê derbas dikin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Metîn Siyahî yê temen 21 salî û Diyar Bextiyarî, li naverasta meha Adara îsal ji bo derbaskirina sizayê bi ser wan de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Bokanê hatibûne veguhastin û heya niha jî di vê girtîgehê de ne.
Metîn Siyahî û Diyar Bextiyarî beriya wê yekê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Bokanê ve, ji tohmeta beşdarîkirin di xwenîşandana tevgera Jin Jiyan Azadî de her yek ji wan bi giştî bi 15 meh û 11 roj girtîgehê û 30 derbên qamçiyan hatine sizadan ku pêka yasaya “tundtirîn siza” 8 mehên vê sizayê divê bi rê ve biçe.
Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbatên van du girtiyên siyasî, ev ciwanane di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û piştî 5 rojan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibûne berdan.
Hengaw agehdar bûye ku, ev du welatiyên Kurd di dema derbaskirina girtîgeha xwe de li yek ji girtîgehên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li Bokanê, bi tundî rastî îşkenceyê hatibûne.