Kolberek li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate birîndarkirin

29 April 2024 17:52

Hengaw; Duşemî 29ê Nîsana 2024an

Mêhran Behramî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Seqizê li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 28ê Nîsana 2024an, Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) li ser sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê hejmarek kolber dane ber gulleyan û kolberekî 25 salî yê bi navê Mêhran Behramî bi giranî hate birîndarkirin.

Mêhran Behramî, xelkê Seqizê ji ber dijwarbûna birînên xwe ku ji aliyê lingê xwe ve hatibû birîndarkirin, bo nexweşxaneya "Selahedîn Eyûbî" ya Banê hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin