Xalid Ehmedî ji endamê Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistanê li bajarê Sinê hate girtin

29 April 2024 23:33

Hengaw; Duşemî 29ê Nîsana 2024an

Xalid Ehmedî yê mamostayê xanenişîn ê perwerde û barhênanê û yek ji endamê Sendîkayî yê Mamostayên Kurdistanê li Sinê û birêveberê lidarxistina hilbijartina Heyeta Birêveberiya vê encumenê çend demjimêran beriya birêveçûna hilbijartina Heyeta Birêveberiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Duşemî 29ê Nîsana 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Sinê êrîşî ser mala Xalid Ehmedî ji endamên encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistanê û ji çalakvanên jîngehparêzî yê vî bajarî kirin û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçav kirin.

Hengaw agehdar bûye ku girtina Xalid Ehmedî di demekê de bûye ku navibirî birêveberê hilbijartina Heyeta Rêveberiya Encumena Sendîkayî ya Mamostayên Kurdistanê bûye ku biryar bû roja Duşemî bi awayekî online bi rê ve biçe. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Xalid Ehmedî hatinî sepandin li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji qederq wî bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin