Îlam; Girtina welatiyekî din ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de

05 April 2024 18:58

Hengaw; Înê 5ê Nîsana 2024an

Bi girtina Kamran Badbirut yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Malekşay yê ser bi parêzgeha Îlamê, duyemîn kes e ku ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de hate girtin. Rojên borî Ferec Ersen ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 3ê Nîsana 2024an, hêzên Îtilaatê li bajarê Malekşay yê ser bi parêzgeha Îlamê êrîş kirine ser mala Kamran Badbirut û navbirî binçav kirine.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, welatiyê hanê ji ber beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de û bi bê ti belgeyek yasayî di mala xwe de hatiye girtin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq çarenivîs û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne.

Hêjayî behskirinê ye ku rojên borî Ferec Ersen ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Malekşay hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin