Seqiz; Girtina dubare ya Keywan Rehîmî, çalakvanê medyayî ji aliyê hêzên ewlehî ve

30 April 2024 18:59

Hengaw; Sêşemî 30ê Nîsana 2024an

Keywan Rehîmî, çalakvanê civakî û yek ji çalakvanên medyayî yê xelkê bajarê Seqizê, car din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 30ê Nîsana 2024an, Keywan Rehîmî digel birayê xwe yê bi navê Kamran Rehîmî, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Seqizê hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Kamran Rehîmî piştî 3 demjimêran ji binçavkirinê hatiye berdan, lê ti zanyariyeke serast derheq çarenivîsa Keywan Rehîmî li ber dest nîne û herwiha li gor gotina vê çavkaniyê, egera veguhastina navbirî bo girtîgeha Sinê heye.

Keywan Rehîmî beriya niha roja 5ê Cotmeha 2023an jî, piştî tekezîkirin li ser çalakiyên medenî yên Hêro Qedîmî, Şêrko Hîcazî û Azad Emînî û daxwaza rawestandina girtina demkî ya van welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve, li ser kanala telegrama "Persman Seqiz"ê ku bi xwe yek ji birêveberê vê kanalê ye, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin