Erdebîl; Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd hate cîbicîkirin

01 May 2024 00:13

Hengaw; Sêşemî 30ê Nîsana 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Feramerz Muradî yê xelkê Selmasê ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 30ê Nîsana 2024an, sizayê darvekirina Feramez Muradî, xelkê gundê "Herkiyan" ê ser bi devera Şipîranê yê girêdayî bajarê Selmasê, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyeke Hengawê, ev welatiye çar sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadweriyê nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin