Îlam; Dr. Bextiyar Mihemedzade hate girtin

07 April 2024 13:19


Hengaw; Yekşemî 7ê Nîsana 2024an

Dr. Bextiyar Mihemedzade yê xelkê bajarê Dereşar ê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî wê ku ji bo Birêveberiya Sizayan a Îlamê hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê bo girîgeha navendî ya Îlamê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Nîsana 2024an, Dr. Bextiyar Mihemedzade yê xelkê bajarê Dereşarê ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de du caran hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi du sal girtîgehê hatibû sizadan, piştî wê ku ji bo Birêveberiya Sizayan a vî bajarî hate gazîkirin, li wir hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê bo girîgeha navendî ya Îlamê hate veguhastin.

Dr. Bextiyar Mihemedzade, 20ê Şibata 2022an, piştî ku ji bo îdareya Îtilaata Îlamê hateibû gazîkirin, hatibû girtin û roja 26ê Nîsana 2023an piştî du meh girtîgehê bi danîna barimteya 3 milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.

Navbirî ku berî girtinê birêvebirê dermanxaneya bajarê Dereşarê bû, roja Sêşemî 29ê Îlona 2023an jî, pîştî ku ji bo îdareya Îtilaatê hateibû  gazîkirin, bo cara duyem hatibû girtin.

Dr. Bextiyar di dawiyê de li Kanûna 2023an, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê bi du sal girtîgehê hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin