Li Dêhloranê 2 welatî ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatine binçavkirin

07 April 2024 14:20

Hengaw; Yekşemî 7ê Nîsana 2024an

Du welatiyên xelkê bajarê Dêhloranê yên bi navên Husên Bapîrwend (Aşûrî) û Ferşad Ayênî, ku di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve her yek bi du sal girtîgehê hatibûne sizadan, ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Nîsana 2024an, Husên Bapîrwend û Ferşad Ayênî, welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Dêhloranê piştî ku ji bo Birêveberiya Sizayan a Îlamê hatine gazîkirin, li wir hatine girtin û ji bo birêvebirina sizayê du sal girtîgehê bo girîgeha navendî ya Îlamê hatine veguhastin.

Ev welatiyane li Kanêna 2023an ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê her yek bi du sal girtîgehê hatine sizadan.

Her du welatiyên Kurd roja 14ê Çileya 2023an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne revandin û piştî lêpîçînê ji bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatibûne veguhastin.

Husên Bapîrwend û Ferşad Ayênî roja Yekşemî 13ê Tebaxa 2023an jî, piştî ku ji bo Dadgeha Dêhloranê hatibûne gazîkirin, li wir hatibûne girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin